May 29, 2022 14:55 Asia/Tehran
  • Şehram Nazirî û Mezher Xaliqî, bûn xwediyê Xelata Festîvala Gelawêjê a Silêmaniya Iraqê

Du hunermendên kurd ên Îranî xelata Festîvala Gelawêjê a Silêmaniyî ya Herêma Kurdistana Iraqê wergirtin.

25.emîn Festîvala Navdewletî ya Çand û Wêjeyê ya Gelawêjê a Silêmaniyê bi beşdariya zêdetir ji 50 nivîskar, helbestvan, wergêr û rexnegirên Îranî û zêdetir ji 200 kesayetiyên wêjeyî, helbestvan, wergêr, rexnegir û hunermendên navdar ên welatên Magrîb, Misir, Fransa, Cezayîr, Amerîkaya Latîn, Filistîn, Sûriye, Lubnan û Urdun li darket û piştî 4 rojan bi dawî hat. 

Rayedarên Kurdistana Iraqê, hejmareke zêde ji xelkê bajarê Silêmaniyê û bajarên din ên Herêma Kurdistana Iraqê ji wan kesan bûn ku li hola Hunerê ya bajarê Silêmaniyê, paytexta çandî û hunerî ya Herêma Kurdistana Iraqê, amade bûn.

Mamostayê musîqa û dengbêjiya Îranê Şehram Nazirî û mamosta Mezher Xaliqî, stranbêjê navdarê Kurd yê îranî, ji bo parastina rûmet, şiyan û hewlên bêwestan di warê çand û hunerê de; Xelata Salvegera Zîvîn a vê festîvalê standin.

Di berdewamiya vê rêûresmê de, Şehram Nazirî tevî Ferîd Îlhamî bi sazê tembûrê û Sabir Nezergahî bi sazê dîwanê, bi , hengê “Sarûxanî” (yek ji hengên kevnar ên tembûrê) bi helbestek ji seyd "Yaqûb Mahîdeşti" pêşkêş kir.

Serepeyv