May 29, 2022 11:44 Asia/Tehran
  • Fînala Lîga Şampiyonan; Padîşahiya Real Madridê di Futbola Ewropî de

Real Madrîd di fînala Lîga Şampiyonan de Liverpool têk bir û Lîga Şampiyonan qezenc kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, îro danê sibê li pêşbirka fînalê ya Lîga Şampiyonan a Lîga Şampiyonan, tîmên futbolê yên Real Madrîd û Lîverpoolê bi mazûvaniya stadyûma Stadio France ya Parîsê hatin hemberî hev ku ev lîstik bi encama 1-0 ya Realê bi dawî hat.

Vinicius Jonyor. di deqîqeya 59emîn de gola yekane ya Real Madrîdê avêt.

Ev encam di rewşekê de hat bidestxistin ku di sala 2018an de di fînala wê pêşbirkê de ev her du tîman jî hevrikî kirin û ew lîstik bi serkeftina 3-0 ya Realê bi dawî hat.

Bi vî awayî Real di fînala Lîga Şampiyonan de cara 17emîn derket pêş û karî şampiyoniya xwe ya 14emîn bi dest bixe.

Ev maça nehemîn rûbirûbûna her du tîman bû di pêşbirkên Ewropayê de, ku di maçên berê de Real Madrîd 4 serkeftin, 1 wekhevî û 3 serketinên Lîverpoolê bi dest ketin.

Serepeyv