Federasiyona Fûtbalê ya Îranê: Provaksyona siyasî ya rayedarên Kanadayê di betalkirina pêşbirkê da bêbandor nebû.
Berdevkê Federasiyona Fûtbalê ya Îranê got: Provaksyona siyasî ya rayedarên Kanadayê di betalkirina pêşbirka dostane ya tîma neteweyî ya Îranê li hemberî Kanadayê bêbandor nebûye.
Pêşbirka dostane ya tîmên neteweyî yên fûtbalê yên Îran û Kanadayê biryar bû ku roja 6ê Hezîranê li Venkoverê were lidarxistin; Lê Federasiyonê fûtbalê ya Kanadayê roja borî bi awayê yekalî ev pêşbirk betal kir.
Federasiyona fûtbalê ya Kanadayê pêştir ragihandibû ku ew bibiryar e ku bi pêşîgirtin li her cûre neçêbikaranîna siyasî ya komên naskirî yên dijî Îranê, vê rûdana tenê werzîşî li dar bixe.
Îhsan Usûlî, berdevkê Federasiyona Fûtbalê ya Îranê roja Pêncşemiyê piştî vê biryara Kanadyê got: Her tîmek ku girêbestê betal bike, sozdarê dayîna ziyana madî û manewî ye.
Federasiyona Fûtbalê ya Îranê got: Kanadayê bi awayê yekalî ev pêşbirk betal kiriye û tu binpêkirineke girêbestê ji aliyê Îranê va pêk nehatiye.