May 27, 2022 09:38 Asia/Tehran
  • Hin çalakiyên çandî yên bi kurdî yên dawiya Gulanê li bajarên cûr bi cûr ên Tirkiyê

Va ne hin çalakiyên çandî yên bi kurdî yên dawiya Gulanê yên ku li bajarên cûr bi cûr ên Tirkiyê tên lidarxistin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li Amed, Stenbol, Batman, Îzmîr, Çanakkaleyê lîstin, konser û sohbetên bi kurdî. Va ne çalakiyên ku vê dawiya hefteyê dê bêne lidar xistin.

- STENBOL

KONSERA AYNUR DOGAN

Hunermend Aynur Dogan di çarçoveya rêzekonserên xwe de vê carê tê Stenbolê. Konsera Dogan li Salona Servekirî ya  Harbiyeyê ye

28ê Gulanê, Saet 21.00

*

KONSERA DELÎL DÎLANAR

Hunermend Delîl Dîlanar piştî bajarên Amed, Mêrdîn û Rihayê vê carê li Stenbolê ye. Dîlanar dê li Bostanci Gosterî Merkezî konsera xwe pêşkêş bike.

28ê Gulanê, Saet 20.00

'SOHBETA ÇAYÊ'

Chalak Events vê hefteyê di çalakiya xwe ya "Sohbeta Çayê" de nivîskar Sîdar Jîr dike mêvan. Sohbeta ligel Jîr bi moderatorya Evîn Aydin li Ninova Cafeyê ye.

27ê Gulanê, saet 19.00,

Şehit Muhtar Mah. Mis Sok. 5/3 Taksim

*

LÎSTIKA DON KÎXOT

Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê "Don Kîxot" di çarçoveya rêzenîşandayînên li Stenbolê de wekî lîstina dawî li Navenda Çanda Bariş Manço ya li Avcilarê derdikeve ser dikê.

27ê Gulanê, Saet 20.30

*

- ÇANAKKALE

Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê "Don Kîxot" piştî Stenbolê vê carê diçe Çanakkaleyê û li wir jî carek derdikeve ser dikê.

Li Çanakkaleyê li Navenda Çanda Levent Kirca lîstik bê pêşkêşkirin.

29ê Gulanê, Saet 20.30

*

- ÎZMÎR

'SERBAZ' DIÇE ÎZMÎRÊ

Lîstika Yenîsahne ya Batmanê ya bi navê "Serbaz" ji bo du rojan li Îzmîrê kon vedide. Lîstik li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Kemeraltiya Îzmîrê bê pêşkêş kirin.

28 û 29ê Gulanê, Saet 20.30

*

- AMED

LÎSTIKA 'BÊCIR' TÊ AMEDÊ

Şaneşîn Performansê li Mêrdînê dest bi xebata şanoyê kir. Lîstika wan a yekemîn "Bêcir" vê carê tê Amedê. Lîstik dê li Ro Mekan Amedê bê pêşkêş kirin.

29ê Gulanê, Saet 20.00

*

- AMED-BATMAN-TETWAN

Lîstika "Haylo Dîsa Tevlihev Bû" ya Teatra Mencel derdikeve tûrneyê. Di vê çarçoveyê de rojên 27 û 28'ê li Amedê li Şanoya Bajêr a Amedê; di rojên 29 û 30'yê gulanê de li Batmanê li

Salona Yenî Sahneyê û 31'ê gulanê jî li Tetwanê, li Navenda Çanda Tetwanê derdikeve pêşberî temaşevanan. Saeta lîstinê 20.00 e

*

- BATMAN

KONSERA PERVÎN ÇAKAR

Soprano Pervîn Çakar ligel Ertan Tekîn û Îklîm Tamkan dê li Salona Tahîr Elçî ya Baroya Batmanê konserê bide.

29ê Gulanê, saet 20.30

Serepeyv