May 26, 2022 23:31 Asia/Tehran
  • Basketbola mêrên bi wîlçerê ya Îranê bû cîhanî

Li heftemîn roja pêşbirkên şampiyoniya Asya-Pasîfîkê li Taylandê, tîma basketbolê ya mêran a bi wîlçerê (kursiyên biteker) ya Îranê kotaya pêşbirkên cîhanî bi dest xist.

Li gorî rapora roja pêncşemê ya IRNA`yê, Tîma basketbolê ya mêran a bi wîlçerê ya Îranê li heftemîn roja pêşbirkên Asya-Pasîfîkê û li çaryeka fînalê li hemberî Fîlîpînê lîst ku bi encama 86-29 bi serketina Îranê bi dawî hat.

Werzişvanên îranî gihîştin nîvfînalê û karîn kotaya xwe ji bo beşdariya li pêşbirkên şampiyoniya cîhanê li Îmaratê diyar bikin.

Tîma basketbolê ya mêran a bi wîlçerê ya Îranê piştî ku derbasî nîvfînalê bû sibê Înê bi tîma Taylandê re dilîze.

Herwisa tîma basketbolê ya jinên Îranê ya bi wîlçerê îro li pêncemîn pêşbirka xwe ya vê pêşbirkan bi Australya re rûbirû bû û bi encama 29-72 têk çû.

Tîma jinên Îranê niha di pileya sêyem de ye û ger sibê li hember Taylandê ku li redeya herî jêrîn de ye ser bikeve , dikare kotaya beşdariya li pêşbirkên cîhanî yên Îmaratê werbigire.

Serepeyv