May 26, 2022 09:59 Asia/Tehran
  •  Li bajarê Silêmaniyê: Festîvala Navneteweyî ya Gelawêjê dest pê kir

Li bajarê Silêmanî 25’emîn Festîvala Navneteweyî ya Gelawêj bi merasimek dest pê kir. Di festîvalê de hunermend Şehram Nazerî û Enwer Qeredaxî bi xelata rûmetê ya hunerî hatin xelatkirin. Jinan jî pêşangehek vekir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Festîvala Navneteweyî ya Gelawêjê dê 3 rojan bidome. Di roja pêşî de pêşangeha wêneyan û pêşangeha pirtûkan jî hat vekirin.

Di pêşangeha wêneyan de wêneyên 150 hunermendên kurd û ereb cih girtine. Di nav van de berhemên li dor 20 hunermendên jin jî hene.

Wênesaz Guna Mihemed ku ji bo Rojnewsê axiviye û gotiye, "Armanca min parastina çanda kurdî ye. Di nav dîrokê de her li ser jinên kurd zordarî hebû û min di wêneyên xwe de cih daye vê yekê. Gelek jinên kurd bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne. Ez gelek kêfxweş im ku gelek berhemên jinan di vê pêşangehê de hene.

Di sê rojên pêşangehê de dê gelek çalakiyên din li dar bikevin.

Serepeyv