May 21, 2022 23:10 Asia/Tehran
  • Xanima Îranî di tûra tenîsê ya cîhanê de bû qehreman

Meşkat El-Zehra Sefî tenîsvana îranî bû şampiyoniya gera cîhanî ya tenîsê li Tehranê.

Li gorî rapora IRNA`yê; Muşkat El-Zehra Sefî ku duh di beşa du kesî de bi hevtîmiya xwe ya Belçîkayê şampiyoniyê bi dest xistibû, di fînala beşa takekesî de jî bi tenîsvanekê ji Tirkiyê ket pêşberî hev.

Tenîsvana îranî 4-1 ji hevrika xwe pêş ket, tenîsvana tirkiyeyî ji pêşbirkê vekişiya û dev ji encamê berda da ku di hefteya duyemîn a pêşbirkê de Mişkat El-Zehra Sefî bibe şampiyon.

Ev dewra pêşbirkan li Kompleksa Werzişî ya Tennis Apt a Îsteghlal a Têhranê 2 heftiyan birêve çû û tenîsvanan di beşên tekane û dukesî yên keç û xortan de bi hev re hevrikî kirin.

Serepeyv