May 20, 2022 15:24 Asia/Tehran
  • Yekem car hakêmên jin di Kûpaya Cîhanê de peywirê digirin

Bo yekem car hakêmên jin di Kûpaya Cîhanê de peywirê digirin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Tûrnûvaya fûtbolê ya Kûpaya Cîhanê îsal li Qeterê li dar dikeve. Niha hakêmên ku di kûpayê de dê li fîtikê bidin hatin eşkerekirin. Yekem car jinên hakêm dê di Kûpaya Cîhanê de peywirê bigirin.

36, 69, 24 HAKÊM

Vê carê tûrnûva ne havînê lê payîz-zivistanê, di navbera 21’ê sermawezê û 18’ê berfanbara 2022’yan de li Qeterê dê li dar bikeve. Niha hakêmên ku di tûrnûvayê de cih bigirin hatin eşkerekirin. Li gor daxuyaniya ku FIFA’yê belav kir 36 hakêmên nav sehayê, 69 alîkarên wan û 24 heb jî hakêmên ji bo VAR’ê dê kar bigirin ser milên xwe.

HAKÊMÊN JIN

Li gor navên hatine eşkerekirin diyar bû ku hakêmên jî di nav van de hene ku bi vê yekê jî diyar bû ku yekem car hakêmên jin di nav tûrnûvayê de bar digirin ser milên xwe.

3 hakêmên jin, hakêma ji Fransayê Stephanie Frappart, ji Rûandayê Salima Mukansanga û ji Japonyayê Yoshimi Yamashita wekî hakêmên nav sehayê hatine peywerdarkirin. Her wiha ji Brezîlyayê Neuza Back, ji Meksîkayê Karen Diaz Medina û ji DYA’yê Kathryn Nesbitt wekî hakêmên alîkar hatine eşkerekirin.

JI TIRKIYEYÊ KES NÎN E

Li Tirkiyeyê hakêmên bi karta FIFA’yê hene ku di serî de Cuneyt Çakir tê. Çakir di tûrnûvaya 2014 û 2018’an de hatibû peywirdarkirin lê di vê tûrnûvayê de ne ew, ne jî yek ji Tirkiyeyê heye. Demek berê hê Lîga Super berdewam dikir Çakir jî di nav de hin hakêm ji hakêmî hatibûn dûrxistin û li Tirkiyeyê ev yek bûbû sedema nîqaşê.

Serepeyv