May 19, 2022 13:09 Asia/Tehran
  • Rahênerê voleybolê yê Îranî li Hewlêrê: Min hêvî nedikir ku Klûba Peykan qedrê min bigire

Tîma voleybolê ya Peykanê bi serkeftina li hemberî tîma Hewlêrê ya Kurdistana Iraqê derket nîvfînalê ya Kûpaya Klûbên Asyayê.

Li gorî rapora ISNA`yê, Tîma Peykanê li çaryeka fînalê ya pêşbirkên voleybolê yên qehremaniya Klûbên Asyayê saet 16:00`an li hemberî tîma Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê lîst û bi encama 3-0 (25-13, 25-19 û 25-14) bi ser ket.

Muhemed Husên Necatî serrahênerê îranî yê tîma Hewlêrê ya herêma Kurdistanê piştî lîstikê got: Qet çaverê nedikir ku Klûba Peykan pesnê min bide ji ber ku berê ez kaptanê vê tîmê bûm. Ez spasdarê vê pesindayînê me û divê ez behsa Rêvebirê Berê yê Peykanê birêz Dadres bikim ku %90ê lîstikvan an rahênerên tîma netewî hemû ji Klûba Peykanê ne. Ez herwiha spasiya birêz Huseynî jî dikim.

Kaptanê tîma Hewlêrê piştî têkçûnê got: "Me baş nelîst." Tîma Peykan gelek bi hêz e û baştirîn tîma Asyayê ye. Tîma Hewlêrê ciwan e û dema me kêm bû ji bo amadekariyê. Em ê bê guman ji vê lîstikê fêr bibin ku di pêşerojê de çêtir bilîzin.

Serepeyv