May 18, 2022 16:15 Asia/Tehran
  •  Li Amedê: Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin

Lîstika Şanoya Bajarêr a Amedê ya bi navê “Don Kîxot” divê 28’ê vê mehê li Kocaelî bihata lîstin lê hate qedexekirin. Li Kocaelî konsera Aynur Dogan, li Mûşê jî konsera Metîn-Kemal Kahraman hat qedexekirin. Ev qedexe hemû di nav du rojan de hatin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Şanoya Bajêr a Amedê ji metna Cervantes lîstika “Don Kîxot* amade kiribû. Lîstika ku Dilawer Zeraq wergerandibû kurdî, derhêneriya wê Ferhad Feqî kiribû. Di lîstikê de Ozcan Ateş, Şahabettin Dag, Berfîn Emektar, Elvan Koçer, ozkan Şeker û Şîlan Alagoz dilîzin. Lîstik heta niha li gelek bajaran hatiye lîstin û di nîveka duyemîn a meha Gulanê de derketiye tûrneya bajarên rojhilat ên Tirkiyeyê. Li gor bernameyê ji van bajaran roja 28’ê mehê divê li bajarê Kocaelî, li Navenda Çanda Necmettin Erbakan a Şaredariya Çayirova bihata lîstin. Lê bi telefonê li Seyme Organîzasyon ku ew vê organîze dikin geriyane û lîstik qedexe kirin. Şaredariya Çayirova Kocaelî di destê AKP'ê de ye. Şaredariya AKP'ê ya Derînce ya Kocaelî jî di destê AKP'ê de ye ku konsera Aynur Dogan betal kir.
 

 

Serepeyv