May 16, 2022 10:15 Asia/Tehran
  • Di Roja Zimanê Kurdî da: Serketiyê Pêşbaziya helbestan a Arjen Arî diyar bû

Pêşbaziya helbestan a Arjen Arî duh encama pêşbaziya îsal eşkere kir. Juriyê dosyaya “An jî gilî gotinên li ser hatinê” hêjayî xelatê dît.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Pêşbaziya helbestan a Arjen Arî îsal 9’emîn car li dar ket. Pêşbazî her sal di roja Cejna Zimanê Kurdî de encamê eşkere dike. Îsal jî eşkere kir. Juriya ku îsal ji Îrfan Amîda, Necla Arî, Hatice Kiliç, Hamid Omerî û Rêdûr Dîjle pêk dihat dosyaya Bahadîn Akhan a bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” hêjayî xelatê dît.

Weşanên Sor û malbata Arjen Arî vê pêşbaziyê li dar dixin. Di daxuyaniya ku wan belav kir de roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û ji bo Xelata Rûmetê ku her sal didin kesek jî navê Ragip

Zarakolu eşkere kirin. Di rojên pêş de ew dê dema merasima xelatdayînê eşkere bikin.

Bahadîn Akhan kî ye? Bahadîn Akhan li navçeya Kopê ya ser bi Mûşê hatiye dinê. Li gundê Kekeliyê mezin bûye, dibistana seretayî û navîn li gund, lîseyê li navçeyê xwendiye. Wî li Mêrdînê di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî da lîsansa xwe qedandiye û niha li heman zanîngehê mastera xwe dike. Ew li ser teoriya romanê û romana kurdî xebatên xwe yên akademîk pêş da dibe û bi xebatên kurdî re mijûl e. Akhan carna ji bo hin weşanxaneyan wergêrî û edîtoriyê dike. Bahadin Akhan ku demekê li rojnameya Xwebûnê xebitiye li ser Youtubeyê dersên kurdî dide.

 

Serepeyv