Futbolîstê îranî yê tîma Portoya Portugalê bi ala Îranê derket ser dika qaremanîyê
May 15, 2022 18:59 Asia/Tehran
Mêhdî Tarêmî futbolîstê tîma Porto ya Portugalê bi ala Komara Islamî ya Îranê derket ser dika qaremanîya Pêşbirkên Futbola Portugalê.
Tîma futbolê ya Porto ya Portugalê ku Mêhdî Tarêmî futbolîstê îranî yek ji êrişkerên wê ye, bû qaremana Pêşbirkên Futbola Portugalê.
Tîmên Porto û Istorîl Pirayayê di dawîn hefteya sûpêrlîga futbola Portugalê da derketin pêşberî hev û tîma Portoyê 2-0 lê bir û Mêhdî Tarêmî jî ji destpêkê va li meydanê bû.
Di dawîya vê pêşbirkê da merasima qaremanîyê hat lidarxistin ku Mêhdî Tarêmî bi ala Îranê derket ser dikê.
Tîma Portoyê bi 91 xalan di rêza yekê ya xişteya sûpêrlîga futbola Portugalê da cî girt û jibo cara sîyê bû qaremana van pêşbirkana.