Tîma Îranê bû qaremana beskitbola nûgîhayên rojavaya Asyayê
May 15, 2022 17:32 Asia/Tehran
Tîma Îranê bû qaremana pêşbirkên beskitbola nûgîhayên bin 16 salî yên rojavaya Asyayê.
Di roja dawîyê ya pêşbirkên beskitbola nûciwanên rojavaya Asyayê da ku li Urdinê hatin lidarxistin, tîma Îranê 95- 53 li tîma Iraqê bir.
Bi vî awayî tîma Îranê bi 8 xalan bû qareman û tîmên Libnan bi 6 xalan û Iraq jî bi 4 xalan di rêzên du û sêyê da cî girtin.
Bi vî awayî tîmên Îran û Libnanê karîn belgeya pişikdarîya di Pêşbirkên Qaremanîya Asya 2021ê da ku yê di meha Hezîranê da li Duheya Qeterê bên lidarxistinê, bi dest bixin.