May 15, 2022 17:19 Asia/Tehran
  • Merasima rêzgirtin û bibîranîna Ebulqasim Fêrdûsî li Civata Berhem û Kesayetîyên Çandê yên Sedema Şanazîyê

Civata Berhem û Kesayetîyên Çandê yên Sedema Şanazîyê ya Îranê bi boneya roja rêzgirtin û bibîranîna Ebulqasim Fêrdûsî merasimek lidar xist.

25ê Orsîbêhêştê hevgavê 15ê Gulanê wek rêzgirtinek li keda helbestvanê Şahnamê ku bi salan di rêya çand û wêjeya farisî da keda wî heye, di rojhejmêra netewî ya
ranê da wek Roja Ebulqasim Fêrdûsî û Parastina Zimanê Farisî hatîye binavkirin.

Civata Berhem û Kesayetîyên Çandê yên Sedema Şanazîyê îro merasimeke rêzgirtin û bibîranînê bi vê boneyê li talara Şehîd Muteherî ya vê cavatê lidar xist.

Di vê boneyê da Hesen Bulxarî Serokê vê civatê, Behmen Manver-Mutleq Serokê Mala Çandê ya Hunerê, Mîrcelaledîn Kezzazî kesayetîyê mayinde yê wêjeya farisî, Elî Rewaqî mamosteyê Ziman û Wêjeya Farisî û lêkolerê Şahnamê, Qedemelî Seramî mamosteyê wêjeya farisî û lêkolerê karê Firdûsî axivîn.

Herwiha Emîr Sadiqî çîrokbêjê Şahnamê û murşid Elî Narî di vê merasimê da program pêşkêş kirin.

Firdûsî îro herwiha bi bernameyeke taybet li ser tirba xwe li şarê Tûs ser bi parêzgeha Xorasana Rezewî hat bibîranînê.