May 13, 2022 17:11 Asia/Tehran
  • Kupa zêrîn a Festîvala çandî û hunerî ya Silêmaniyê xelatî stranbêjê îranî hat kirin

Kupa zêrîn a Festîvala çandî û hunerî ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê xelatî Şehram Nazirî hunermendê awaz û mûzîka Îranê hat kirin.

Festîvala çandî û hunerî ya Îbrahîm Ehmed her sal li Silêmaniyê tê lidarxistin û xelatên wê jî li gorî teşxîsa taxima dadweran xelatî kesayetiyekî kurd ji navçeyên cûr bi cûr ên cîhanê bi taybet ji kurdên Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê tê kirin.

Îsal kupa zêrîn a vê festîvalê pêşkêşî Şehram Nazirî hat kirin.

Îbrahîm Ehmed kesayetiyê hunerî yê kurd û bavê hevjîna Celal Talebanî serokkomarê berê yê Iraqê û ji damezirînerên YNKyê ye. Ew sala 2000î di 86 saletiyê da mir.

 

Serepeyv