May 13, 2022 08:32 Asia/Tehran
  •  Todd Boehly ku Chelsea kirî, wekî din xwediyê çi klûban e?

Di bin rêveberiya karsazê bi navê Todd Boehly de konsorsiyûmekê tîma Chelsea kirî. Vêca Todd Boehly kî ye, wekî din çi klûb di destên wî de ne?

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Karsaz Todd Boehly amerîkî ye û aniha serokê Eldridge Industriesê ye. Li vê kompaniyê ew avakar e, avakarê şirîk, serok û endamê raçavkirinê ye.

Di nav kompaniyên wî de sîgorta, emlak, teknolojî, xurek, spor, çapemenî û şahî hene.

Wî di sala 1991’ê de xwendina xwe ya li Landon Schoolê temam kir û di sala 1996’an de jî xwendina xw eya fînansê li College of William & Mary temam kir.

Todd Boehly di sala 2019’an de xwest Chelsea bikire lê negihîşt miraza xwe lê niha ew gihîşt miraza xwe. Berî Chelsea jî ew xwediyê hin klûban bû. Va ne ew klûb:

– Klûba beyzola amerîkî Los Angeles Dodgers. Hîseya wî di vê klûbê e sedî 20 e.

– Ji klûba Los Angeles Sparks ku di WNBA’yê de dilîze, beşek ê wî ye.

– Tîma Los Angeles Lakers ku di NBA de dilîze. Sedî 27’ê vê kilûbê ê Boelhy ye.

– Chelsea yekem klûba fûtbolê ye ku wî dest avêtiye..
 

Serepeyv