May 11, 2022 08:39 Asia/Tehran
  •  Liverpoolê ji Aston Villayê bir û puenên wê di gel Manchester Cityê ra bûn yek

Kincsorên Liverpoolê bi encama 2-1 li drveyî malê, hejmara puenên xwe gihande 86an.

Tîma Liverpoolê roja Sêşemiyê Aston Villa li mala wê bi encama 2-1 têk bir da ku navbira xwe di gel Manchester Citya ku di serê rêzebendiyê da ye kêm bike.

Bi vê encamê tîma Liverpoolê bi 36 pêşbirkan xwedanê 86 puenan e û dide pey Manchester Citya ku bi 35 pêşbirkan heman puen bi dest xistine.

Aston Villa jî bi 43 puenan di nîveka cedwelê da ye.

Lîga sereke (Premier League) ya Inglîzê ya 2021-2022an piştî pêşbirkên hefteya 38an ku dê roja 12ê Gulanê bên lidarxistin, bi dawî tê.

 

Serepeyv