Îran vîzeya belaş dide temaşevanên Kapa Cîhanî ya Futbolê li Qeterê
Serokê Çiqa Dîplomasîya Aborî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Vîze jibo temaşevanên Kapa Cîhanî ya Futbolê ku bixwazin seredana Îranê bikin, belaş e.
Pêşbirkên Kapa Cîhanî ya Futbolê ya Qeter 2022yê yê ji 21ê Mijdarê va destpê bibin û tîma futbola Îranê jî di Koma Byê da, li rex Birîtanîya, Amerîka û serketîya pêşbrka plêy of a Ewrûpayê cî girtîye.
Mêhdî Seferî Serokê Çiqa Dîplomasîya Aborî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê derbara hevkarîyên Îran û Qeterê têkildarî lidarxistina Kapa Cîhanî ya Futbolê da got:Hin kom ji hêla Wezareta Pîşe, Meiden û Ticaretê ya Îranê va çûne Qeterê û odeyên bazirganîya hevpar jî li Qeterê çalak bûne.
Serokê Çiqa Dîplomasîya Aborî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Li Qeterê gellek tûrên curbicur çalak in ta ku di rojên lidarxistina Kapa Cîhanî da seredana Îranê bikin û navendên dîrokî û kevnare yên Îranê bibînin.