Olempîka Nebîseran a Brezîlê; Werzişkarên îranî 4 mîdal bi dest xistin
May 08, 2022 10:08 Asia/Tehran
Di roja şeşê ya Pêşbirkên Olempîka Nebîseran a 2021ê da ku li Brezîlê tên lidarxistinê, têkwandokarên îranî 4 mîdal bi dest xistin.
Pêşbirkên Têkwandoyê yên Olempîka Nebîseran a 2021ê li şarê Kasîyas ê Brezîlê hatin domandinê û Elîriza Şerîfî û Fatme-zehra Zelîkanî mîdala zêr bi dest xistin û Merzîye Xwoşehwal û Bêhzad Emîrî jî mîdala boronz bi dest xistin.
Dewra 24an a Pêşbirkên Olempîka Nebîseran a 2021ê bi pişikdarîya zêde ji 4 hezar werzişkarên ji 80 welatên cîhanê ji 1ê Gulanê va li şarê Kasîyas ê Brezîlê destpê bûye û dê heta 15ê Gulanê jî bidome.
Karwanê werzişa Îranê jî di 8 çiqên futbol, cûdo, karate, tîravêtin, volîbola perravê, beza dora meydanê, têkwando, guleştên azad û ferengî di wan pêşbirkan da pişikdar bûye.