May 07, 2022 14:53 Asia/Tehran
  •  Li Qamişloyê: ​​​​​​​Komîteya Koçberên Serêkaniyê şevbuhêrkek li dar xist

Bi diruşma "Vegera ewle armanca me ye" Komîteya Koçberên Serêkaniyê li hola "Zanîngeha Rojava" ya li Qamişloyê şevbuhêrkeke wêjeyî û hunerî li dar xist.

Hawar Newsê nivîsiye: "Di şevbuhêrkê de gelek koçberên Serêkaniyê, şandeyek ji "Rêveberiya Xweser a Demokratîk" a herêma Cizîrê, rewşenbîr, hunermend û nûnerên ji saziyên sivîl û civakî, bijîşk û hin welatiyên Qamişlo amade bûn.

Di şevbuhêrkê de tabloyên hunerî li ser mîrasa Serêkaniyê hatin pêşandan. Tablob yên hunermendên ji Serêkaniyê, Fêrona Ebdikê, Medya Emranî û Nûrhîn Elî ne.

Di şevbuhêrkê de endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ehmed Cemîl bixêrhatina beşdaran kir û li ser girîngiya vê şevbuhêrkê axivî.

Dûvre sînevîzyonek li ser bedewbûn û mîrasa Serêkaniyê ya beriya dagirkirina wê ji hêla dewleta Tirkiyê ve û piştî dagirkirinê hate pêşandan. Li kêleka wê jî helbestvan Yûsif Berazî helbestek xwend.

Helbestvan Anahîta Sîno jî du helbest xwendin, tê de azar û êşa Serêkaniyê û xwesteka vegera li bajêr gotin.  Li aliyekî din jî helbestvan Mistefa Sîno du helbest li ser wêrankirina

Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê ve xwendin û Bi stranên hunermenda opera Mizgîn Tahir şevbuhêrk bi dawî bû.

Serepeyv