May 07, 2022 09:18 Asia/Tehran
  •  Fînalîstên Lîga Ewropa û Lîga Konfederasyonê diyar bûn

Fînalîstên Lîga Ewropa û Lîga Konfederasyonê diyar bûn.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di pêşbirkên UEFA'yê yên Lîga Ewropaya û Lîga Konfederasyonê de êvara 5'ê mehê pêşbirkên dawî yên nîv fînalê hatin lîstin û tîmên ku derketin fînalê diyar bûn.

LÎGA EWROPAYÊ

Di Lîga Ewropayê de tîma alman Eintracht Frankfurt li mala xwe bi 1-0 zora tîma îngilîz West Ham Unitedê bir. Di pêşbirka yekem de jî ew bi 2-1 bi ser ketibû û bi vê yekê bilêta fînalê girt.

Di pêşbirka din de jî tîma Skoçyayê Rangers tîma alman RB Leipzing kir mêvan. Rangersê bi encama 3-1 ew têk bir. Di pêşbirka yekem de bi 1-0 têk çûbû lê bi skora dawî Rangers çû fînalê û bû reqîbê Frankfurtê.

Pêşbirka fînalê ya Eintracht Frankfurt û Rangersê 18'ê vê mehê saet 22'yan de li Spanyêya li Stada Estadio Ramon Sanchez Pizjuan a Sevillayê bê lîstin.

LÎGA KONFEDERASYONÊ

Di pêşbirkên nîv fînalê yîn Lîga Konfederasyonê de jî Roma û Feyenoord çûn fînalê.

Feyenoord li Marsilyayê bû mêvan û pêşbirk bi 0-0'ê bi dawî bû. Ji ber di pêşbirka yekemîn de Feyenoord bi 3-2 bi ser ketibû bilêtê fînalê xist bêrîka xwe.

Di pêşbirka din de jî tîma îtalî Romayê tîma îngilîz Leicester City bi 1-0 têk bir. Di pêşbirka pêşî de ew bi 1-1'ê ji sehayê veqetiyabûn. Bi vê encamê Roma çû fînalê.

Pêşbirka fînalê di navbera tîma îtalî Roma û tîma hollandî Feyenoordê de bê lîstin. Pêşbirka fînalê roja 25'ê vê mehê saet 22'yan de dê li Stada Air Albania ya li Tîrana Albeniayê bê lîstin.

LÎGA QAREMANAN

Di Lîga Qaremanan a UEFA'yê de jî pêr û pitir pêr fînalîst diyar bûbûn. Tîma îngilîz Liverpool û tîma spanyolî Real Madrîd derketin fînalê. Pêşbirka fînalê ya Lîga qaremanan dê roja 28’ê vê mehê li Fransayê li Stade de Farnce ya li Parîsê bê lîstin.
 

Serepeyv