Formaya ‘Destê Xwedê’ bi 7.1 sterlînî hat firotin
Lîstikvanê efsanewî Diego Armando Maradona di sala 1986’an de, di Kûpaya Cîhanê de goleke balkêş avêtibû ku derketibû holê ku bi dest avêtiye. Maradona ji bo vê yekê gotibû “Destê Xwedê”. Niha ew formaya ku wê çaxê Maradona li xwe kiribû hat firotin. Formaya Maradona derxistin mezatê û bi 7.1 sterlînî hat firotin.
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Lîstikvanê navika sehayhe yê Îngilistanê yê berê Steve Hodge piştî pêşbirka çarîk fînalê ku li Meksîkayê hat lîstin ew forma ji Maradona wergirtibû. Piştî 36 salên ku forma li cem xwe ragirt, niha ew derxist mezatê.
Hodge piştî mirina Maradona gotibû ku ew formayê nafiroşe lê niha ligel mezatxaneya Sotheby’s li hev kir û forma firot.
Mezatxaneyê buhayeke di navbera 4-6 mîlyon sterlînî de diyar kiribû lê mezatxaneya ku 20’ê avrêlê dest pê kiribû, 5ê mehê bi dawî bû û bi 7 mîlyon û 124 hezar û 500 sterlînî hat firotin.
Ji Sotheby’sê Brahim Wachter gotiye ku li mezatxaneyê heta niha formaya fûtbolê ya ku herî zêde eleqe dîtiye û bi buhayeke rekor hatiye firotin.
Berê di sala 2019’an de formaya lîstikvanê beyzbolê Babe Ruth ê New York Yankessê bi buhaya 5.6 mîlyon dolarî hatibû firotin.