Fîlma Meha Sêzdê ya Salê ji Îranê gihîşt fînala Festîvala Fîlman a Navnetewî li Tirkîyê
Fîlma "Meha Sêzdê ya Salê (Sîzdehemîn Maha Salê)" ku Wehîd Islamî sênaryoya wê nivîsîye û bi xwe jî prodoktorîya wê kirîye, derbasî fînala Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Tirkîyê bû.
Fîlma "Meha Sêzdê ya Salê" ji Îranê digel 19 fîlmên din ji Fransa, Spanîya, Hindustan, Portugal, Îtalîya, Mekzîka û Tûnisê bo fînala Festîvala (Mêhrigana) Navnetewî ya Fîlman a Îranê hatin bijartin.
Naveroka vê fîlmê evîndarî ye ku bi salixî û nêrîneke nû hatîye raberkirin.
Wehîd Islamî prodoktorê fîlma "Meha Sêzdê ya Salê" dibêje ku Mêhrigana Navnetwî ya Fîlman a Tirkîyê bi armanca alîkarîya bo pêşxistina sînemayê li asta netewî û navnetewî tê lidarxistin.
Zêde ji 3 hezar fîlm di vê festîvalê da hatine beşdarkirinê.
Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Tirkîyê ku çarde sal in tê lidarxistin, wê ji 16 heta 19ê Gulanê li vî welatî bê dewamkirin.