May 06, 2022 14:29 Asia/Tehran
  • Encamên roja çaremîn a Olîmpîka Kerr û Lalan li Brezîlyayê

Di çaremîn roja Pêşbirkên Olîmpîka Kerr û Lalan ên Brezîlyayê de, nûnerên werzişa Îranê di sê waran de beşdarî pêşbirkan bûn.

Roja çarem a 24emîn pêşbaziyên olîmpîka 2021 a kerr û lalan li Brezîlyayê, bi serketina tîma Voleybola beravê ya Îranê hat domandin.

Tîma neteweyî ya voleybola beravê (bejê) ya Îranê li duyemîn pêşbirka xwe bi encama 2-0 ji Estonyayê bir.

Zehra Hacîlerî di pêşbirka tivinga hewayê de û Fatime Esfendiyarî jî di tepançeyê bi rêz ve pileya şeşem û heştem di pêşbirka nîşanbaziyê de bi dest xistin.

Tîma neteweyî ya judoyê jî di pêşbirka tîman da Tirkiye têk bir, lê piştî ku li hemberî Ukrayna û Qazaqistanê têk çû bû pêncemîn.

Di vê navberê de Tîma karateyê ya mêr û jinan a Îranê îro bi 2 medalên zêr, 3 zîv û 5 medalên tûncê bû dubendê şampiyona (duyemîna) Olempîka kerr û lalan.

Pêşbirkên Olîmpîka kerr û lalan ji 1ê Gulanê despê kiriye û dê heta 15ê Gulanê bidome û karwanê Îranê di warên futbol, ​​cûdo, voleybola beravê, nîşanbazî, bezîna dor meydanê, guleşt, karate û tekwandoyê de beşdarî pêşbirkan dibe.

Werzîşa kerr û lalan a Îranê di dewra pêşîn de a van lîstikan de di rêza heftemîn de cih girt.

Serepeyv