May 06, 2022 14:07 Asia/Tehran
  • Di Olempîka Kerr û Lalan a Brezîlya de tîma Karateya Îranê bû duyemîn

Tîma karateyê ya mêr û jinan a Îranê bi 2 medalên zêr, 3 zîv û 5 medalên tûncê bû dubendê şampiyona (duyemîna) Olempîka kerr û lalan.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), "Muhsin Aşûrî" Serokê Tîma Netewî ya Karateya Kerr û Lalan a Îranê li bara performansa tîmên karateyê yên mêr û jinên Îranê li 24emîn Olîmpîka Kerr û Laln a Brezîlyayê got: Di vê dewra lîstikan de, 30 welatên cîhanê di pêşbirkên karateyê yên mêr û jinan de beşdar bûn, ku tîma Îranê (2 medalên zêr, 3 medalên zîv û 5 medalên tûnc) bi dest xist û bi giştî bi 10 medalan piştî tîma Ukraynayê di pileya duyem de cih girt û Tîmên Venezuelayê û Japonyayê bi rêzê ve bûn sêyem û çaremîn.

Pêşbirkên Olîmpîka kerr û lalan ji 1ê Gulanê despê kiriye û dê heta 15ê Gulanê bidome û karwanê Îranê di warên futbol, ​​cûdo, voleybola beravê, nîşanbazî, bezîna dor meydanê, guleşt, karate û tekwandoyê de beşdarî pêşbirkan dibe.

Serepeyv