May 06, 2022 09:09 Asia/Tehran
  • Sekreterê gişt ê Komîsiyona UNESCO'yê pesna mazûvaniya şaredariya Kirmaşanê di merasima cîhanî ya Newrozê da kir

Sekreterê gişt ê Komîsiyona UNESCO'yê bi xelatkirina lewha sipasiyê pesna mazûvaniya baş a şaredariya Kirmaşanê di Merasima cîhanî ya Newroza 1401ê da kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Şaredariya Kirmaşanê di Newroza 1401ê da mazûvaniya mêvanên taybet ên UNESCO'yê di cejna Merasima Cîhanî ya Newroza 1401ê da kir.

Ev bernameya hevpar a şaredariyên Tehran, Kirmaşan, Hemedan û Sineyê bû ku ji aliyê UNESCO'yê va hatibû darêştin û roja 25ê Sfendê (16ê Adarê) bi mazûvaniya Kirmaşanê hat lidarxistin.

Di vê cejnê da, têgihîştinnameya rêya geştyariya dîrok û şaristaniyeta Îranê li bajarên Hemedan, Tehran, Kirmaşan û Sineyê hat girêdan.

 

 

Serepeyv