May 05, 2022 14:41 Asia/Tehran
  • Tîma Karateya Nebîzerên Îranê di rêza duyem a Olempîka 2021ê da cî girt

Tîma Karateya Nebîzerên Îranê di pêşbirkên Olempîka Nebîzeran a Brêzîl-2021ê da pilleya duyem bi dest xist.

Di dewra 24an ya pêşbirkên olempîka nebîzeran da ku bi mazûvanîya Brezîlê hat lidarxistin, Karatakayên Îranê bi giştî di pişkên jin û mêran û kata û komîtê da, pilleya duyem bi dest xist.

Tîma Îranê 2 mîdalên zêr, 2 mîdalên zîv û 5 mîdalên boronz bi dest xistin.

Pêşbirkên olempîka nebîzeran ji 1ê Gulanê va li Brezîlê destpê bûn û dê heta 15ê Gulanê bidomin.

Karwanê werzişa Îranê bi 140 werzişkaran di çiqên futbol, volîbola perravê, codo, guleşta azad û ya ferengî, beza dora meydanê, gulleavêtin, karate û têkwandoyê di van pêşbirkan da pişikdar bûye.

 

Serepeyv