May 05, 2022 10:35 Asia/Tehran
  • Real Madrîdê piştî 120 deqîqeyan bilêta xwe kir bêrîka xwe

Temaşevanan li pêşbirkeke balkêş, pêşbirkeke ku nayê jibîrkirin temaşe kir. Pêşbirka yekemîn li Îngilistanê bi 4-3 serketina Manchester City bi dawî bûbû. Vê carê pêşbirk li Spanyayê li Barnebeu'yê bû. Bi heyecan dest pê kir û bi heyecan bi dawî bû. Real Madrîdê bi 3 golan, bi 3-1’ê, di encama 120 deqîqeyî de navê xwe li tabelaya fînalê nivîsî.


Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ev pêşbirka nîv fînalê di asta fînalê de bû. Berxwedana defansa (berevaniya) her du tîman, êrîşa forvetên her du tîman, hakimbûna gogê ya li navika sehayê, qayişkêşan, heyecan, her tişt di pêşbirkê de hebû. Her du tîman fînal heq dikir. Lê helbet tenê tîmek dê biçûya fînalê û bibûya reqîbê Liverpoolê ku duh çûbû fînalê. Ew jî bû Real Madrîd. Real Madrîdê ku berî lîg bi dawî bibe di La Lîgayê de qaremaniya xwe ragihandiye vê carê çû fînalê û destekî xwe avêt qulpa kûpaya Lîga Qaremanan. 28’ê vê mehê dê ligel tîma din a îngilîz Liverpoolê bide û bistîne.

NOTÊN JI PÊŞBIRKÊ

Pêşbirk bi heycanê dest pê kir. Di deqîqeyên pêşî de Realê êrîş kir, lê êrîşa cidî di deqîqeya 4’an de bi Carvajal hat.  Carvajal ji aliyê rastê ve bilind kir, Benzema bi serî lêda, gog bi ser dîrekê re çû autê. Di deqîqeya 8’an de di navbera lîstikvanan xirecir derket. Modrid û Laporte qertên zer girtin.

Deqîqeya 20’î de li ser navê City Bernardo Silva şût avêt lê Courtois top şand kornerê. Di nîveka yekemîn de her du tîman jî zor li reqîb kir lê encam derneket.

 

Dengê golê di deqîqeya 73’yan de hat. Li navika sehayê Îlkay Gundogan valahî bi kar anî û gog ji Bernardo Silva re şand. Silva bi lez ji navika sehayê derbas bû û gog teslîmê Mahrez kir. Mahrez wisa bi şid lêda, gog ji quncikê ku Courtias girtibû çû bi torê ve eliqî: 0-1.

Di deqîqeya 82’yan de Benzema şûtek avêt, ederson destûr neda wî. Paşê di 87”an de Jack Grealish gog heta ser xêzika kelehê jî bir lê Mendy ji ser xêzê destûr neda golê. Û tam kêliyên êdî hemû avantaj di destê City de bû de Rodrygo encam anî 1-1’ê. Deqîqe 90 bû. Hakêmî tam 6 deqe ji bo dema zêde da û piştî 2 deqîqeyan, 90+2 de Rodrygo carek din got em hene: 2-1, Bi vê yekê pêşbirk xilas bû û derbasî 30 deqîqeyê zêde bû.

Di 15 deqîqeyên zêde de, di deqîqeya 95’an de Karim Benzema ji penaltiyê encam derxist 3-1.

Di nîveka duyemîn a zêdek de jî heyecan hebû lê tiştek neguherî û bi 3-1’ê, bi temamî, bi 6-5’ê Real Madrîdê Manchester City şand Îngilitanê û tîma din a îngilîz Liverpool re got were.

Pêşbirka fînalê ya Lîga Qaremanan a UEFA’yê dê roja 28’ê vê mehê li Fransayê li Stade de Farnce ya li Parîsê bê lîstin.

 

Serepeyv