May 04, 2022 15:13 Asia/Tehran
  • Brezîlya 2021 Olîmpîka Nebihîstoka; Bidestxistina yekem medala zêr ya karwanê Îranê

Emîr Muhemedî-Defterî Cûdokarê bin 73 kîlogramî, yekem medala zêr a karwanê Îranê li pêşbirkên Olîmpiyaka Nebihîstokan (Kerr û Lalan) ên sala 2021 li Brezîlyayê bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê, Sêşemiyê bi şev û li dû yariyên Olîmpîka Kerr û Laln li Brezîlyayê, Cudokarê îranî bi şkandina hevrikê xwe yê bihêz ê Koreyî, medala zêr bi dest xist.

Elî Selehşûr cûdokarê din yê îranî yê kêmtir ji 66 kg jî mîdala zîv bi dest xist.

Cudokarên Îranê îro Çarşemê dê di sê weznên din de bên hemberî hevrikên xwe.

24emîn Olîmpiyatên Kerr û Lalan roja Yekşema borî bi beşdariya zêdetirî 4 hezar werzişkarên ji 80 welatan dest pê kiriye û piştî pêşbirkên di 20 kûrsên werzişê de û danasîna werzişkarên herî baş dê di 15ê Gulanê de bi dawî bibe.

Karwanê werzîşê yê Îranê bi beşdariya 16 werzişkarên jin û 59 werzişkarên mêr li van pêşbirkan beşdar bûne û ev werzişkar dê li 8 kûrsên werzişî li hemberî hevrikên xwe bixebitin.

Serepeyv