May 02, 2022 15:04 Asia/Tehran
  • Boksorên îranî 17 mîdal di Pêşbirkên Kapa Cîhanî ya Bulgaristanê da bi dest xistin

Tîma Boksa Savate ya Îranê karî 17 mîdalên zêr, zîv û boronz di pêşbirkên Kapa Azad a Cîhanî ya Bulgaristanê da bi dest bixe.

Pêşbirkên Kapa Azad a Cîhanî ya Bulgaristanê bi pişikdarîya werzişkarên welatên curbicur ji wan Fransa, Îtalîya, Azerbaycan, Tirkîye, Uzbekistan, Serbistan, Îran, Kamêron û hwd di çiqên nûgîha, ciwan û mezinan da hatin lidarxistin ku di dawîyê da werzişkarên îranî karîn 6 mîdalên zêr, 9 mîdalên zîv û 2 mîdalên boronz bi dest bixin.

Di dawîya wan pêşbirkan da, Sahil Xorasanzad xwedîya mîdala zêr a kêşa -56 kîlogiramê ji Îranê wek ``baştirîn faytêr`` hat bijartin û Kapa The Best Fighter ji hêla lêjneya lidarxîner a van pêşbirkan va pêşkêşî wê hat kirin.