Îran mazûvaniya Tûrnûvaya werzişkarên nebihîstok ên Asyayê dike
May 01, 2022 12:19 Asia/Tehran
Di sala 2024an de Îran ji bo mazûvaniya Lîstikên Asyayî yên werzişkarên nebihîstok (kerr û lal) hat hilbijartin.
Li gorî rapora IRNA`yê, piştî ku Îranê pêşnîyara mazûvanîya Lîstikên Asyayî yên nebihîstokan di sala 2024 de kir û rayedarên Wezareta Werziş û Ciwanan a Komara Îslamî ya Îranê li kêleka Lîstikên Olîmpiyadê yên nebihîstokan di vê barê de rawêjkarî kirin, aqubet duh şemiyê ev pêşniyara Îranê hate pejirandin û mazûvaniya van lîstikan spartin Îranê.
Ev lîstik dê li Tehranê bên lidarxistin.
Herî dawî pêşbirkên tekwando û karateyê yên keç û mêrên kerr û lal ên cîhanê li Îranê hatin lidarxistin.