Nîsan 29, 2022 09:56 Asia/Tehran
  • Du biryarên cezakirinê li Amed Sporê hatin birîn

Lijneya Dîsîplînê ya Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) du biryarên cezakirinê li Amed Sporê birîn.

Li gorî nûçeya malpera Diyanameyê, Lijneya Dîsîplînê ya Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) pêr der barê Amed Sporê de du biryar dan: Hem ceza li Serokê Duyemîn, hem li klûbê birî.

CEZAYA JI BO KLÛBÊ

Dawiya hefteyê (24’ê mehê) Amed Sporê Isparta Spor kir mêvan. Coşek mezin di stadê de hebû û nêzî 40 hezar kes li stadê bûn. Lijneya Dîsîplînê bi îdîaya “Li ser derenceyan jî temaşevan rûniştibûn” ku di heman serdemê de 2 caran ev yek çêbûye 16 hezar lîre cezayê pereyan li klûbê birî.

Li aliyê din vê carê bi îdîaya “temaşevan bûne sedema bûyeran” jî 16 hezar lîre ceza li klûbê birî. Hêjayî gotiye di pêşbirkê de tu bûyer derneketibûn.

CEZAYA JI BO SEROKÊ DUYEMÎN

Roja 2’yê Avrêlê li Amedê pêşbirka tîma fûtbolê ya jinan a Amed Spor û Fenerbahçeyê hebû. Di deqîqeyên dawî de bûyer derketibûn û lijneyê ceza li her du tîman birî bûn. Niha jî ji ber wê maçê ceza li Serokê Duyem ê Amed Sporê Cahit Akin birî ku sedem “Ne li gor sportmenî tevgeriya ye.”

Akin piştî pêşbirkê axivî bû û qala nijadperestiyê kiribû. Lijneyê 10 roj cezayê mehrûmbûna ji mafê xwe birî.

Serepeyv