Nîsan 25, 2022 11:34 Asia/Tehran
  • Bayer Munih û Mullerî du rekor tomarkirin

Lîstikvanê fûtbolê Thomas Muller di sala 1989’an de ji dayîk bûye. Li tîma Bayer Munih'ê dilîze û niha wî navê xwe li dîrokê kir. Sedem? Bû 11 caran li Bundesligayê dibe qareman ku ev rekor e.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Berî ku lîg bi dawî bibe bi 3 hefteyan pêr tîma Bayern Munih'ê bû qareman. Bi vê yekê re bû 10 caran ser hev de Bayer dibe qareman ku di Bundesligayê de ev rekor e. Û pêre rekorek din jî hat kişandin. Ew jî Thomas Mullerî şikand.

Mullerê 32 salî bi qaremaniya duh re bi temamî di jiyana xwe de bû 11 caran dibe qareman û bi vê yekê rekor şikand. Rekora berî vê aîdê hevalê wî yê berê David Alaba bû. Muller di dîroka Bundesligayê de bû lîstikvanê ku herî zêde dibe qareman.

Muller di sala 2007-2009’an de di Bayern Munih II de dest bi fûtbolê kir. Di sala 2008’an de dema hê 19 salî bû derbasî tîma A bû û ji wê rojê de di tîmê de berdewam dilîze. Muller ku li pişt forvetê dilîze îsal bi formaya Bayern Munihê di di 42 pêşbirkan de lîst.

Qaremaniya Nagelsmann

Li aliyê din teknîk dîrektorê Bayern Munihê Julian Nagelsmaan bi vê qaremaniyê re di dîroka xwe de bû yekemîn car dibe qareman. Teknîk dîrektorê 34 salî berê Hoffenheim û Leipzing bi rê ve biribû û  par hatibû ser  vê tîmê. Wî di sala xwe ya yekemîn de tîm kir qareman.

Serepeyv