Nîsan 24, 2022 18:45 Asia/Tehran
  • AFC pesnê stêrka îranî ya Bayer Leverkusenê di Lîga Futbolê ya Almanyayê de dide

Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) bertek nîşanî geşbûna stêrkê îranî ya Bayer Leverkusenê ya di Lîga Futbolê ya Almanyayê (Bundesliga) de, da.

Şeva şemiyê di hefteya 31emîn a Bundesligayê de Bayer Leverkusen bi Grotforthê ra lîst û 3-1 bi ser ket. Di vê pêşbirkê de, “Serdar Azmûn” stêrkê tîma neteweyî ya Îranê, bo yekem car di pêşbirkên Bundeslîga û Leverkusenê de golek avêt û wek nehemîn golerê îranî di dîroka fûtbola Almanyayê de hat binavkirin.

Şewqdayîna Serdar Azmûn tenê bi golkirinê bi dawî nebû û ev stêrkê îranî bi paskariyeke balkêş, bû yekemîn lîstikvan di qada futbolê.

Twîttera fermî ya Konfederasyona Futbola Asyayê piştî biriqîna vî stêrkê Îranê di Bundeslîga de pesna wî da û nivîsî: Azmûn di vê lîstikê de golek lê xist û pasek tomar kir û bû baştirîn lîstikvanê meydanî.

Serepeyv