Nîsan 23, 2022 14:15 Asia/Tehran
  •  Qaremanê rûsî yê Olempîkê di pêşbirkên navneteweyî yên avjeniyê hat bêparkirin

Federasiyona Cîhanî ya Avjeniyê (FINA) Evgeny Rylov ji ber beşdariyaa wî ya di meşa alîgirên şêrr di Adara 2022an da, bi qasî 9 mehan ji beşdariya di pêşbirkên navneteweyî da bêpar kir.

Federasiyona Cîhanî ya Avjeniyê (FINA) roja Pêncşemê ragihand ku avjenîkerê ûris ji ber beşdariya xwe di rûdanekê da ku 18ê Adara 2022an li werzîşgeha Luzhniki'ya Moskoyê hat lidarxistin, dê bi qasî 9 mehan nekare beşarî tu rûdaneke FINAyê bibe. Ev qedexetî ji 20ê Nîsana 2022an va dest pê bûye.

Rylov ku xwediyê mîdala zêrê di çiqên 100-mitir û 200-mitir ên melevaniya li ser piştê (backstroke) yên Lîstikên Olempîka Tokyo-2020î da, Adara derbasbûyî tev li kombûneke li Moskoyê ji bo piştevaniya ji şerê Rûsiyê li dijî Ukraynê bû.

Ev xortê 25 salî di halekî da tev li xwenîşandanê bû ku tîpa Z'yê ku sembolek li ser makîne û amûrên şêrr ên hêzên çekdar ên Rûsiyê ye, li ser kirasê xwe xistibû.

Wî her wiha mîdalên ku havîna par di Olempîkê da wergirtibûn, bi ustiyê xwe va kiribûn.

 

 

Serepeyv