Nîsan 23, 2022 08:36 Asia/Tehran
  •  Rekoreke nû hat tomarkirin: 91648 kesan rasterast pêşbirkeke fûtbala jinan li Camp Nou'yê temaşe kir

Werzîşgeha Camp Nou'ya Barselonayê rekora beşdariya teemaşevanan di pêşbirkeke fûtbala jinan da ku di destê wê bi xwe da bû, şikand.

Roja Înê 91648 kesan li werzîşgeha Camp Nou'yê pêşbirka tîma spanyayî li hemberî Wolfsburga Almanyayê di pêşbirka yekem a nîvfînala Lîga qaremanên UEFA'yê ya jinan da temaşe kir.

Rekora pêşîn a hejmara temaşevanan li vê werzîşgehê 91553 kes bû ku di Adara derbasbûyî da li Cam Nou'yê û di pêşbirka navbera Barselona û Real Madrîdê da hat tomarkirin.

Her wiha rekora berê ya beşdariya temaşevanan di fûtbala jinan da vedigere fînala Kupa Cîhanî ya Jinan a 1999an navbera Amerîka û Çînê ku 90185 kes li Rose Bowlê kom bûn.

 

Duh tîma jinan a Barsselonayê bi encama 5-1 û pêngaveke bilind ber bi fînala Lîga Qaremanên UEFA'yê rakir. Pêşbirka vegerê biryar e ku 30ê Nîsanê li Almanyayê were lidarxistin.

Serkeftiya vê pêşbirkê dê roja 21ê Gulana 2022an li Tûrînê biçe pêşberî sserkeftiya Lyon û Paris Saint-Germainê (PSG).

Barselona ku demsala 2021ê sê kupayên La Lîga, Copa Del Reina û Lîga Qaremanên Ewropayê tev bi dest xistine, li dû berevaniya ji cîgeha xwe ye.

 

Serepeyv