Nîsan 21, 2022 09:36 Asia/Tehran
  • Amed Sporê ji bo qaremanîyê kampanya dest pê kir

Tîma Amed Sporê ji bo qaremanîyê kampanya dest pê kir.


Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Amed Spor di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a TFF’ê de dilîze û di dawiya hefteya 35’an de bi 50 pûanan di rêza 4’emîn de ye. Di vê lîgê de berî lîg bi dawî bibe Pendîk Sporê qaremaniya xwe ragihandiye. 4 tîmên li dû tên jî dê pêşbirkên play-offê bilîzin. Amed Spor jî dike ku di dawiya lîgê de bikaribe play-offê bilîze û bi vî awayî bibe qareman. Sê pêşbirk mane û vê hefteyê Amed Spor li mala xwe dê tîma Ispartayê bike mêvan. Di lîgê de Tarsus Îdman Yurdu bi 52 pûanan duyemîn, Isparta jî bi heman pûanê sêyemîn e. Loma jî ji bo Amed Sporê ev pêşbirk gelekî muhîm e.

Amed Sporê bi hedefa qaremaniyê kampanyaya bi navê “Dora Te Ye” da destpêkirin. Serokê Klûba Amed Sporê Selahedîn Yildirim bi ser tora civakî re bangê alîkariyê li partiyên siyasî, saziyên sivîl û alîgirên xwe kir.

Yildirim got ku vê hefteyê em kampanyaya “Dora Te Ye”  didin destpêkirin û di vê çarçoveyê de bêyî sînorek hebe her kes dikare li gor qiweta xwe bilêtan an formayan bikire.

Di vî warî de li ser tora civakî alîgirên Amed Sporê jî bangî hev kirin û gelekan bilêt kirîn jî.

Li aliyê din di pêşbirka Isparta de bilêtên pêşbirkê dîsa wekî 1 Tl hatin diyarkirin û yên bixwazin dikarin ji Amedstore bikirin.

Serepeyv