Nîsan 20, 2022 18:12 Asia/Tehran
  • Muxtarî mîdala zêrê ya guleşta ferengî ya Asyayê wergirt

Guleştgirê giraniya 72 kg ê Îranê di fînala pêşbirkên guleşta ferengî ya qaremaniya Asyayê da, hevrikê xwe yê qezaqistanî bir û bû qaremanê Asyayê.

Pêşbirkên pênc giraniyên duyem ên guleşta ferengî ya Asyayê roja Çarşemiyê li bajarê Olan Batûra Mixolistanê dest pê bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemedreza Muxtarî di giraniya 72 kg da ji bo mîdala zêrê çû pêşberî Abîlxan Amiyêvê qezaqistanî û bi encama 4-1 jê bir û bû yekemê Asyayê.

 

Mehdî balî jî di 97 kg da dê ji bo mîdala zêrê biçe pêşberî Rostem Asakolovê uzbekistanî.

Her wiha Mehdî Muhsin Nijad di 60 kg da bû duyemê Asyayê.

 

Serepeyv