Juventus ancax karî xwe ji derdanê bifilitîne
Nîsan 17, 2022 21:28 Asia/Tehran
Tîmên futbolê yên Juventus (Yovêntûs) û Bolonyayê derketin pêşberî hev û ev pêşbirka bi encama beranber bi dawî hat.
Tîmên futbolê yên Juventus û Bolonyayê şeva buhurî di hefteya 33 ya sûpêrlîga futbola Îtalîyayê da derketin pêşberî hev û ev pêşbirka bi encama beranber bi dawî hat.
Pişka yekem a vê pêşbirkê bi encama beranber a 0 bi dawî hat. Lê di xuleka 52yê da Marko Arnatovîç golek jibo Bolonîyayê tomar kir.
Di xuleka 84 a pêşbirkê da hekem 2 futbolîstên Bolonyayê ji meydanê derxistin û bi vî awayî bêhna Tîma Juventusê hat ber û ancax karî bi gola ku di xuleka 96ê da ya Dojan Volahovîç, xwe ji derdanê rizgar bike.