Nîsan 16, 2022 13:22 Asia/Tehran
  • Hin çalakiyên dawiya hefteyê yên têkildarî kurdî li Tirkiyê: Panel, konser, şano û fîlm

Dawiya vê hefteyê li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol gelek çalakiyên çandî hene. Panel, konser, lîstikên şanoyê û nîşandayîna fîlman.


Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Dawiya vê hefteyê li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol gelek çalakiyên çandî hene. Çalakiyên di warê Panel, konser, lîstikên şanoyê û nîşandayîna fîlman.

16 Nîsanê:

ÇÎROKA KURDÎ

Li Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Egîtîm-Sena Wanê paneleke li ser çîroka kurdî li dar dixe. Panela bi sernavê “Çîroka Kurdî, Duh-Îro-Siberoj” dê îro 16’ê mehê saet 14’an de li Salona Konferansê ya Azîz Vural a Keska Wanê li dar bikeve. Panela ku moderatoriya wê dê Xezal Redkanî bike çîroknivîskar Bajar Mîrzeman, Mehmet Dîcle û Mihemed Şarman dê biaxivin.

‘HAY LO DÎSA TEVLIHEV BÛ’

Li Wanê Şanoya Mencel lîstika xwe ya nû bi navê “Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû” îro saet di 20.30 de pêşkêş dike. Lîstika ku ji teksta Claude Magnier hatiye girtin Dilawer Zeraq wergerandiye û derhêneriya lîstikê jî Nazmî Karaman kiriye.

KONSERA RAPA KURDÎ

Bi beşdariya du rapkaran konsereke bi navê “Kurdish Rap Night” li dar dikeve. Di şeva ku Chalak Events li dar dixe de Ronî Artîn û Reqso dê konserê bidin. Her wiha Egîd jî mêvanê wan e.

Konsera rapa kurdî êvara îro saet 21.00’an de li Konektiva Sahne (Nane Sok. no 5/2 Taksim, Beyoglu Stenbol) li dar dikeve.

Her wiha piştî konsera rapa kurdî civîneke din li heman cihî li dar dikeve. Civîna ku Erivan Edit wekî dj dê bi rê ve bibe, saet 23.30 de dest pê dike heta 1’ê şevê.

17 Nîsanê:

REWŞA ZAZAKÎ

Li Amedê Weşanxaneya Dengê li ser kirmanckî (zazakî) panelek li dar dixe. Nivîskar û weşanger Roşan Lezgîn dê beşdarî panelê bibe û der heqê zazakî de agahiyan bide beşdaran. Lezgîn li ser xalên wekî bi giştî rewşa zazakî ya nivîskî çi ye, problemên nivîsînê yên zazakî çi ne biaxive.

Panel wê 17’ê mehê saet 13’yan de li weşanxaneyê (Dawiya Kuçeya Hunerê, Ofîs, Amed) li dar bikeve.

‘BÊCIR’ A ŞANEŞÎNÊ

Şaneşîn Performans ku ev demek e li Mêrdînê dest bi xebata şanoyê kiribû lîstika xwe ya yekemîn derdixe ser dikê. Lîstika bi navê “Bêcir” ji teksta Moliere hatiye adaptekirin. Rejiya lîstikê Recep Îçen kiriye. Lîstik 17’ê mehê saet 20.30 de li salona Baroya Mêrdînê dê bê lîstin.

‘HINEK HENEK’

Şanoya Bajêr a Amedê êvara 16 û 17’ê mehê li salona xwe lîstika Hinek Henek pêşkêş dike. Lîstika ku derhêneriya wê Nazmî Karaman û Yavuz Akkuzu kiriye saet 20.30 de derdikeve ser dikê.

‘BÛKA LEKÎ’

Lîstika Şermola Performansê di çarçoveya tûrneya xwe de 17 û 18’ê mehê li Wanê li sehneya Şanoya Mencel tê pêşkêşkirin. Lîstik saet 20.30 de tê pêşkêşkirin. Lîstika ku ji çîroka Sadiq Hidayet hatiye girtin derhêneriya wê Mîrza Metîn kiriye.

NÎŞANDAYÎNA FÎLMAN: 2 FÎLMÊN KURDÎ

Li Stenbolê 41'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê didome. Dawiya vê hefteyê jî li 7 salonan nîşandayîna fîlman didome. Di vê çarçoveyê de du fîlmên derhênerên kurd jî hene.Fîlmê derhêner Şewket Emîn Korkî yê bi navê "Ezmûn" 16'ê mehê saet 11.00'an de li Beyogluyê li salona Atlas 1948'ê tê nîşandayîn. Heman fîlm 17'ê mehê jî saet 19.00 de li Nîşandaşi Cinewam City's Salon 3 bê nîşandayîn. Fîlm 18'ê mehê jî li Sînematek/Sînemaevî ya li Kadikoyê saet 13.30 de bê nîşandayîn.Fîlmê derhêner Alî Kemal Çinar ê bi navê "Beriya Şevê" jî di çarçoveya festîvalê de 18'ê mehhe saet 16.00'an de li salona Atlas 1948'an tê nîşandayîn.

Serepeyv