Nîsan 16, 2022 13:04 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Bakurê Sûriyê: Keldaniyên Dêrikê Cejna Paskalayê pîroz kir

Keldaniyên Dêrikê yê Qamişlo Cejna Paskalayê li dêra Mar Cerces a Dêrikî pîroz kir.

Bi sedan keldaniyên li Dêrikê li dêra Mar Cerces lava û ayînên cejna Paskalayê (Îna Mezin) pêk anîn.

Koma sirûdên taybet bi dêra Mar Cerces gelek ayîn û lavayên girêdayî Cejna Paskalayê pêşkêş kirin.

Dûvre keşeyê dêra Mar Cerces  Cemîl Seman Yeşû pirtûka pîroz û ayîn û lava xwendin.

Piştî axaftina bi dawî bûn, peykerê hezretê Îsa xistin tabûtê, hilgirtin û di nava kolanên Dêrikê re geriyan.

Di pîrozbahiyê de Sîdî Îbrahîm Hena got: "Ev Cejna Paskalayê piştî rojiya hezretê Îsa ya 40 rojî tê. Lê ev cejn piştî cejna Palmiyeyê tê. Pîrozbûna bi vê rojê, roja hezretê Îsa mirovahî ji çewtiyên wê rizgar kiriye."

Ji rêûresmên cejnê; xwendina ayîn û lidarxistina rêûresmên taybet bi Cejna Paskalayê ji hezretî Îsa re ku hezkirin, jiyan û aştî pêkêşî mirovahiyê kiriye.

 

Serepeyv