Nîsan 15, 2022 10:06 Asia/Tehran
  •  Dynamo Kyivê di pêşbirkeke xêrxwaziyê da bi encama 3-1 ji Galatasarayê bir

Di vê pêşbirkê da Vitaliy Buyalskyi, Artem Besedin û Viktor Tsygankov her yek gulek ji bo klûba ukraynî ya Dynamo Kiyv'ê avêtin.

Baris Alper Yilmaz jî tale gula Galatasarayê di vê pêşbirkê da ku li werzîşgeha Nefa (Nef Stadyumu) Stenbolê hat lidarxistin û hema bêje 7000 kesan lê temaşe dikir, avête keleha Dynamo Kiyv'ê.

Dynamo Kiyv dixwaze huin pêşbirkan di gel hin klûbên nasyar ên fûtbalê yên Ewropayê li dar xîne da ku ji bo mexdûrên şerê Rûsiye û Ukraynê pere kom bike.

Vê klûba ukraynî pêştir çend pêşbirkeke xêrxwaziyê bi dirûşmeya "Pêşbirk ji bo aştiyê" li Wersawa paytexta Polonyayê di gel tîma Legia Warsaw'ê li dar xist. Dynamo Kiyv'ê di wê pêşbirkê da jî bi encama 3-1 jin hevrika xwe biribû.

 

Serepeyv