Nîsan 15, 2022 09:27 Asia/Tehran
  •  Di Lîga Ewropa û Lîga Konferansê de nîv fînalîst diyar bûn

Piştî Lîga Qaremanan a UEFA’yê vê carê di Lîga Ewropa û Lîga Konferansê de nîv fînalîst diyar bûn.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Piştî Lîga Qaremanan a UEFA’yê, vê carê di Lîga Ewropa û Lîga Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn.

LÎGA EWROPAyê

Di Lîga Ewropayê de surprîz ji Frankfurtê hat. Tîma alman li pêşbirka vegerê tîma katalan Barselona bi encama 3-2 têk bir û derbasî nîv fînalê bû.

Leipzigê di pêşbirka vegerê de Atalanta bi encama 2-0 têk bir û bilêta nîv fînalê wergirt.

Li aliyê din tîma îngilîzî West Ham bi encama 3-0’ê tîma Lyon şand malê. Her wiha Rangersê tîma Bragayê bi encama bi 3-1 têk bir û ew jî derbasî nîv fînalê bû.

Di nîv fînalê de tîm wisa bûn reqîbên hev:

- West Ham - Frankfurt

- Leipzig - Rangers

LÎGA KONFERANSÊ

Di Lîga Konferansê de tîma îngilîz Leicester li pêşbirka vegerê PSV bi 2-1 têk bir û derbasî nîv fînalê bû.Tîma fransiz Marsilya jî PAOK bi 1-0 têk bir.

Tîma îtalî Roma bi 4 golan Bodo Glimt şand mal.

Di encamê de nîv fînal bi vî awayî çêbû:

- Leicester - Roma

- Feyenoord - Marsilya

DEMAJOYA PÊŞBIKÊN NÎV FÎNALÊ

Di her du lîgan de jî pêşbirkên yekem dê 28’ê vê mehê, pêşbirkên duyem jî dê 5’ê Gulanê bêne lîstin û fînalîst diyar bibin.

Di Lîga Ewropayê de pêşbirka fînalê 18’ê Gulanê, di Lîga Konferansê de jî pêşbirka fînalê dê roja 25’ê Gulanê bê lîstin.

 

Serepeyv