Nîsan 14, 2022 15:44 Asia/Tehran
  • Pêşbirkeyên nîşanbaziyê yên cîhanê li Brezîlyayê; Tîma Tepanîeya mêran a Îranê mîdala zîv bi dest xist

Di dewama sêyemîn roja pêşbirkên Kûpa Cîhanî de ya li Brezîlyayê, tîma tepançê (pistolê) ya mêrên Îranê mîdala zîv bi dest xist.

Li gorî rapora roja pêncşemê ya IRNA`yê; Di sêyemîn roja pêşbirkên Kûpa Cîhanî ya Brezîlyayê de, tîma Îranê ya mêran pêkhatî ji "Cewad Forûghî", "Wehîd Gulxendan" û "Seccad Pûrhusênî" li ser rêzê nîşanbaziyê cih girtin û piştî gihîştina fînalê, li hember tîma Almanyayê têk çû û mîdala zîv bi dest xist.

Her wiha ev pêşbirkên han di beşa tepançê ya Tîma Jinan de jî hatin şopandin û nîşanbazên îranî bi hevbendiya “Haniye Rostemiyan”, “Gulnûş Sebqetullahî” û “Îlham Herîcanî” gihîştin fînalê û ji bo bidestxistina mîdala zêr, divê bi tîma Thaylandê re pêşbirkê bikin.

Karwanê nîşanbazên Îranê bi 13 werzişkaran li van pêşbirkan beşdar bûye û 2 mîdalên Tûnc li beşa têkel a tifingê û tepançê û mîdalek zîv li beşa tîma mêran bi dest xistine.

Kûpa cîhanî ya Brezîlyayê duyemîn Kûpa Cîhanî ya sala 2022`an e ku ji roja 11`ê Nîsanê ve dest pê kiriye û heya 19`ê Nîsanê wê berdewam bike û zêdetir ji 180 werzişkar ji 28 welatan di vê pêşbirkê de beşdar in.

Serepeyv