Nîsan 14, 2022 12:18 Asia/Tehran
  • Mîdala Tûnc a Kûpaya Cîhanî ya Brezîlyayê gihêşte tîma têkel a Îranê ya tepançê

Tîma têkel a tifingên tepançe ya Îranê li pêşbirkên nîşanbaziyê ya Kûpaya Cîhanê li Brezîlyayê mîdala Tûnc bi dest xist.

Li gorî ajansa nûçan a ISNAyê, di sêyemîn roja pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya nêşanbaziyê li Brezîlyayê ku li bajarê Rio de Janeiro tê lidarxistin, tîma têkel a tepançê ya Îranê ji "Cewad Forûghî" û "Gulnûş Sebqetullahî" pêk tê. Li hemberî Awûstûryayê bi ser ketin û mîdala bronz bi dest xistin.

Kûpaya Cîhanî ya Brezîlyayê duyemîn Kûpaya Cîhanî ya sala 2022’an e ku di 11’ê Nîsanê de dest pê kir û dê heta 19’ê Nîsanê berdewam bike.

Di vê pêşbirkê de zêdetirî 180 werzişkar ji 28 welatan beşdar in.

Serepeyv