Nîsan 13, 2022 21:01 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya futsalê ya Îranê derbasî qonaxa dawî ya Kûpaya Asyayê bû

Tîma neteweyî ya futsalê ya Îranê bi serkeftina li hemberî Qirgizistanê derket fînala pêşbaziyên Kûpaya Asyayê.

Li gorî IRIB Newsê, Di sêyemîn pêşbirka pêşekî  ya Kûpaya Asyayê ya sala 2022an li Kuweytê li navend û başûrê Asyayê li salona Gazprom a bajarê Bîşkekê, tîma neteweyî ya futsalê ya Îranê li hember mêvandarê xwe Qirqîzistanê lîst û di dawiyê de tîma Îranê bi encama 8-1 li hember Qirqizistanê bi ser ket. 

Tîma Îranê di du lîstikên xwe yên berê de 17-0 Maldîv û 3-0 jî Tirkmenistan têk bir.

Tîma Îranê bi tîmên Qirqizîstan, Tirkmenistan û Maldîvê re di hevgrûb e; Du tîmên serekî yên komê dê derbasî fînala Kupaya Asyayê ya Kuweytê bibin.

Qonaxa dawî ya Netewên Futsalê ya Kûpaya Asyayê dê di Cotmeha 2022ê de li Kuweytê were lidarxistin.

Serepeyv