Kursiyeke nûya Îranê li Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê hat bidestxistin
Nîsan 12, 2022 16:35 Asia/Tehran
Emîr Rezîzade wek şêwirmendê çavkaniyên aborî yê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê hat tayînkirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Emîr Rezîzade, serokê taxima guleştê ya parêzgeha Gîlanê ya bakurê Îranê ji aliyê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê va wek Şêwrimendê çavkaniyên aborî yê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê bi armanca pêşxistina guleştê û guleşta Palewaniyê hat tayînkirin.
Ragihandina vî hikmê ji aliyê Elîreza Debîr serokê Federasiyona Guleşta Îranê va pêk hat.