Nîsan 07, 2022 20:55 Asia/Tehran
  • Keçên tenîsor ên Îranê di pêşbirkên seretayî yên cîhanî da bi ser ketin

Keçên tenîsor ên Îranê di pêşbirkên seretayî yên cîhanê da li hemberî tîma Mixolistanê bi ser ketin.

Li gorî rapora IRNAyê, Li gorî ragihandina Federasiyona Tenîsê, roja çarem a pêşbirkên seretayî yên tenîsa cîhanî li Hindê hat şopandin û tenîsorên keç ên bin 16 salî yên Îranê çûn pêşberî Mixolistanê.

Di pêşbirka yekem a takekesî da Mihrane Zihûriyan bi encamên 6-3 û 6-3 û Mandigar Ferzamî jî bi encamên 6-1 û 6-1 ji hevrikên xwe yên mixolistanî bir.

Bi vî awayî, tîma keçan a Îranê bi serkeftina li hemberî tîmên Malezî û Mixolistanê, şanaziyeke din bi dest xist û ji sala 2023an va wek 12 tîmên sereke ji qonaxa seretayî dê biçe pêşberî hevrikên xwe û dê hewceyî bi beşdariya di qonaxa pêş-seretayî da tunebe.

Keçên tenîsor ên Îranê di roja pêncem da dê biçin pêşberê serkeftiya pêşbirka Endonezya û Viyêtnamê.

 

Serepeyv