Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê siza li 3 Fûtbolîst û rêveberekî Amedsporê birrî
Roja 2ê Nîsanê di pêşbirka navbera Amedspor û Fenerbaxçeyê de alozî derketibûn. Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) ji ber wan aloziyan biryara sizadana 3 Fûtbolîst û rêveberekî teknîkî yên tîma Amedsporê da.
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) ji ber aloziyên pêşbirka di 17mîn hefteya Lîga Super a Turkcell a Jinan de ya navbera tîma Fenerbaxçe û tîma Amedsporê siza li ser rêveberekî teknîkî û 3 Fûtbolîstên tîma Amedsporê sepand.
Li gor biryarê Fûtbolîstên tîma Amedê, Hêvîdar Odugit, Sultan Demir, Ebru Dolu û herwiha rêveberê teknîkî yê tîmê Kenan Bayram hatine sizadan û bo dîsîplînê hatine şandin.
Di 17mîn hefteya Lîga Super a Turkcell a Jinan de ya navbera tîma Fenerbaxçe û tîma Amedsporê, Fenerbaxçeyê di xuleka 90+8an de bi gola penaltiyê ya Kenya Cordner 2-1 Amedspor têk biribû.
Piştî gola penaltiyê, alozî di navbera Fûtbolîstên Amedsporê û Fenerbaxçeyê de derketibû.
Hêzên Polîsan midaxeleyî pevçûnê kiribûn û lîstikvanên Fenerbaçeyê ji stadyumê derxistibûn.