Nîsan 06, 2022 12:17 Asia/Tehran
  • Rûsyayê beşdarbûna xwe ya li Kûpaya Cîhanê rawestand

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Federasyona Cîhanî ya Futbolê (FIFA) piştî destpêkirina operasiyona leşkerî ya Rûsiyê li Ukraynayê, bi biryarek tevayî siyasî, beşdariya tîma neteweyî ya futbolê ya Rûsyayê li Kûpaya Cîhanî ya 2022`an a Qeterê rawestand.

Federasyona Fûtbolê ya Rûsyayê bi lez piştî vê biryara FIFAyê li dij wê li Dadgeha Hekemiyetê ya Sporê (CAS) doz vekir.

Di nûçeyên herî dawî yên di vê derbarê de, medyaya Rûsî dibêjin; Federasyona Fûtbolê ya Rûsyayê dev ji doza xwe ya li dijî FIFA berdaye. Ev biryara Rûsyayê nîşan dide ku tîma neteweyî ya vî welatî biryar daye ku beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2022 nebe.

Serepeyv